Organîzasyona Viyan: AKP'ê Tirkiye veguherandiye dewleteke DAIŞ'ê
Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê Viyan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê Tirkiye veguherandiye dewleteke DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku ji komkujiya li Pirsûsê AKP berpirsyar e.
Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê Viyan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê Tirkiye veguherandiye dewleteke DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku ji komkujiya li Pirsûsê AKP berpirsyar e.
Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê Viyan, komkujiya li Pirsûsê ya li hemberî ciwanên sosyalîst hat kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş plankirî ye û li hemberî serketina şoreşa Rojava hatiye kirin.
Organîzasyona Jinên Kurd di destpêka daxuyaniya xwe de ji malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dan re sersaxî ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest û got, "Em bi şerekî taybet ê ku Tayyîp Erdogan bi rêxistina xwe ya taybet re li hemberî gelê me dimeşîne, rû bi rû ne. Polîtîkayên tinekirin û çavtirsandinê yên bi salane li hemberî gelê me tên meşandin, bi dijwarî dewam dikin. Careke din me dît ku hikûmeta AKP'ê Tirkiye veguherandiye dewleteke DAIŞ'ê û polîtîkaya qirêj, qetlîamker a xetere didomîne."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê Erdogan, Serokwezîr Davûtoglû û rayedarên hikûmeta AKP'ê ye û hat gotin, "Ev zîhniyetê ku di her firsenda axaftinê de gelê Kurd hedef nîşan dide, heqaret dike û nikare xwe li Şoreşa Rojava rabigire, îro rûyê xwe li Pirsûsê nîşan daye. Ti komkujiyên di dîroka Kurdan de rasthatî nîne. Lewma komkujiya îro jî bi dîtina me komkujiyeke plankirî ye."
Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê diyar kir ku haya gelê Kurd ji amadekariya hikûmeta AKP'ê ya ji bo şerekî berfireh heye û destnîşan kir ku gelê Kurd wê polîtîkayên teslîmgirtin û tepisandinê yên hikûmeta AKP'ê ti carî qebûl neke.
Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd hat kirin ku li hemberî êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP'ê li ber xwe bidin û parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Organîzasyona Jinan got, "Em weke jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em li cem gelê xwe ne."