Nûnerên jin ên HDP'î bi endamên Komîteya Jinê ya Tifaqa Sor-Kesk re axivîn

Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya HDP'ê, bi endamên Komîteya Jinê ya Tifaqa Sor-Kesk re civîneke online li dar xist.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya HDP'ê û Hevseroka Maseya Rojhilata Navîn Gulistan Kiliç Koçyîgît û Alîkara Hevserokan a ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay tevlî civîna online bûn.

Beşdarên Danîmarkayî jî bi pêşengiya endamên Komîteya Jinê ya Tifaqa Sor-Kesk Sînem Demîr, Anne Hegelund û Maria Temponeras tevlî civînê bûn.

Ayşe Acar Başaran li civînê axivî û diyar kir ku vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê ne tenê Tirkiyeyê eleqedar dike.

Başaran got, "Li her devera cîhanê li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr a neteweperest, mîlîtarîst û tekperest divê em têkoşîna jinê ya enternasyonalîst mezin bikin."

Feleknas Ûca jî got, "Girîngiya Peymana Stenbolê ji ber têkoşîna qezençkirina wê tê. Lewma divê em bi hev re vê peymanê biparêzin."

Di civînê de ji vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê heta tecrîdê binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bi berfirehî hatin nirxandin.