Nobeta Azadiye ya li Strasboûrgê jin wê bigirin

Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Ocalan a li Strasobûrgê didome. Di heftiya 357'an de jin wê nobetê bigirin.

Nobeta azadiyê ya li Strasboûrgê ya  Fransayê, ya ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di heftiya 357'an de didome.

Nobeta ji 25'ê Hezîrana 2012'an ve li ber Konseya Ewropayê (KE) didome. Vê heftiyê jinên TJK-E'yî wê nobetê bigirin.

Heftiya bihurî ji civaka Êzîdî 4 kesan nobet girtibûn. TJK-E bi komeke ji kesan pek tê dest bi nobetê kir.

'RABÛNA TECRÎDÊ WÊ RÊ LI MIRINÊN NÛ BIGIRE'

Di nav komê de Safiye Tunç, Asya Reşît û Delal Şêxo hene. Asya Reşît got ev cara çaran e nobeta azadiyê digire û got, ew nizane bê ka wê temenê wê têrê bike yan na lê tekane xeyala wê ew e ku ew Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi azadî bibîne.

Li ser navê komê Safiye Tûnç bi bîr xist çalakiya Nobeta Azadiyê ev 7 sal in didome û daxwaza çalakiyê daxwaza wan e jî.

Tûnç bal kişande ser grevên birçîbûnê, çalakiyên fedaî û got, ji bo ku mirinên nû çênebin divê tecrîd were rakirin.

'TEKANA RÊ EW E KU GEL LÊ XWEDÎ DERKEVE'

Safiye Tûnç got rabûna tecrîdê wê rêyeke çareseriyê veke û got ji bo ku tecrîd rabe divê gelê Kurd xwedî li çalakiyan derkeve. Tûnç diyar kir rewşa tendiristiyê ya çalakgeran ji rewşa krîtîk derbas bûye û got divê ehr kes bi berpirsyarî tevbigere. Tûn her wiha diyar kir heta ku tecrîd bişike ew ê çalakiya xwe bidomînin, bang kir, çi kesê xwedî wijdan divê rabin ser piyan.