Newaya Jin: Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze

Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi maneta ‘Li dijî dagirkeriyê Kurdistanê biparêze’ gihişte xwênerên xwe. Her wih di vê hejmarê de polîtîkayên dagirkeriya li Kurdistanê, yekîtiya netewî û fermana 3’yê Tebaxê heye.

Di hejmara nû ya Newaya Jin de Fermana 74’ana a 3’yê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê û hevkarên wê cih digire.

Di dosya-lêkolîna rojnamevan-aktivîsta têkoşîna jinê Songul Omurcan de hatiye diyarkirin ku Kurdên Êzidî hucreya kokê ye, DAÎŞ jî weke JÎTEM’a Rojhilata Navîn hatiye pênasekirin.

Omûrcan destnîşan kiriye ku Êzidî ji ber ku cihêbûna mirov û cîhanê, cudabûn û dewlemendiyê bibîr dixe, bû hedefa qirkirinê.

Zerya Gul jî di nivîsa xwe de bal kişandiye ser jinên Êzidî, baweriya Êzdatiyê, nûnerên zana yên felsefî, bûne berpirsên çiraya ku li cihên pîroz qet nevemirin. Li ser vê mijarê cih daye nirxandinên Endama Meclîsa Jinan a Êzidî.

Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbaya, Denîz Poyraz a 17’ê Hezîrana 2021’ê di êrîşa tetîkkêşê desthilata AKP-MHP’ê ve avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de haitbû qetilkirin, vedibêje.

Sûna Tûnç jî di vê hejmarê de têkoşîn û jiyana Guler Yurdakul (Delal) a hê di temenê ciwan de koma Apoyî nas dike û piştî darbeya 12’ê Îlonê şûnde tevlî têkoşîna azadiya Kurd dibe û 10’ê Hezîrana 2021’ê li bajarê Malmedy a Belçîkayê ji ber pirsgirêkek tenduristiyê şehîd dibe, vedibêje.

Di hejmara nû ya Newaya Jin de nivîsa Berîtan Zagros a bi sernavê ‘Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê teşwîqa pirjiniyê’ û Roza Metîna ya bi sernavê ‘Paketên darezê yên êrîşên zayendî û şidetê rewa dike’ cih digirin.

Her wiha nirxandinên Delîla Emîlîo ya derbarê ramanên jinên Katalonî, Bask, Madrîd û Spanyayê dijîn ên derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîsa nivîsa Zîn Koçer a ‘Çîrok û wêneyek’ a bîranîn heye.

Her wiha rojnameyê afîşa festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a 8’an a 22’yê Tebaxê li Zurîhê ku bi sernavê ‘Li dijî qirkirina jinê, têkoşînê mezin bikin’ cih girt. Her wiha detayên bernameya festîvalê jî li xwe digire.

Hûn dikarin li ser navnîşana newayajin.net xwe bigihînin rojnameyê.