'Ne carekê, hezar carî jî li me bidin em ê qadan neterikînin'
Dayika du zarokan E.A. ya li ser banga Platforma 8'ê Adarê roja Yekşemê hat Meydana Îskele ya Kadikoyê, ji ber lêdana bi ço û pihînan a polîsan nikare bimeşe.
Dayika du zarokan E.A. ya li ser banga Platforma 8'ê Adarê roja Yekşemê hat Meydana Îskele ya Kadikoyê, ji ber lêdana bi ço û pihînan a polîsan nikare bimeşe.
Dayika du zarokan E.A. ya li ser banga Platforma 8'ê Adarê roja Yekşemê hat Meydana Îskele ya Kadikoyê, ji ber lêdana bi ço û pihînan a polîsan nikare bimeşe. E.A. bûyerên bi serê wê de hat ji ANF'ê re vegot û got, "Ne carekê, hezar carî jî li me bidin em ê qadan neterikînin."
Bi armanca şermezarkirina qedexeya Walîtiya Stenbolê, ku nehişt mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Kadikoy a Stenbolê bê lidarxistin, jin herikîn Meydana Îskeleyê. Yek ji van jinan jî dayika du zarokan E.A. bû. E.A. bi coşeke mezin tevî komê xwe gihandn Meydana Îskeleyê, lê rastî şîdeta polîsan hat. Di vê êrîşa polîsan de, ku gelek jin bi erdê re hatin şikandin û binçavkirin, E.A. jî rastî şîdeta polîsan hat. Ji ber êrîşa bi ço û pihînan a polîsan lingê çepê yê E.A. erdê zevt nake. E.A. da xuyakirin, ku dema hewl dida pêşî li binçavkirina jineke ciwan bigire polîsan li wê dane û bûyerên bi serê wê de hat vegot: "Dema bi koma jinên HDP'yî re em ber bi Îskeleyê ve dimeşiyan, polîsan pêşî li me girtin. Em dehf dan û ji qadê derxistin. Di wê kêliyê de polîsan hewl dan şêwirmendê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag Sikki Gungor binçav bikin. Hevaleke jin hewl da pêşî li binçavkirinê bigire, lê polîsan êrîşî wê jî kirin. Gava dor li hevala jin girtin, min hewl da wê ji wir bikişînin, lê di dema vê hewldanê de polîsan li min dan. Gelek polîsên sivîl ez bi zorê li erdê dirêj kirin, pihîn li pişta min, ço jî li lingên min xistin. Sixêfên gelekî giran li min kirin. Demekê bi vî rengî li min xistin."
'TÊKOŞÎN WÊ BIDOME'
E.A. ku piştî komeke din a jinan xwe gihand cihê bûyerê ji polîsan rizgar bû, lê ji ber derbên li lingê wê yê çepê ketine, nikare bimeşe. E.A. got, "Roja jinan li me kirin şîdet. Di nava 365 rojan de bi tenê rojek me hebû, ew jî di çavên wan re rabû." E.A. destnîşan kir ku ew ê serî li ber zîhniyeta dijminê jinê netewînin û got, "Ne carekê, hezar carî jî li me bidin em ê qadan neterikînin. Heta em hemû mafên xwe bi dest bixin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Bila vê zanibin."