Navenda Îştarê: Hewil didin jinên bi rêxistinkirî bicewisînin

Navenda Îştarê: Hewil didin jinên bi rêxistinkirî bicewisînin

Navenda Piştevaniya Jinan Îştarê ku 3 xebatkarên wê hatin girtin, di dema xebatên xwe yên jinan de rastî zextên polîs û darazê tên. Nûnera Navenda Îştarê û Stargeha Jinan a ku girêdayê şaredraiya Akdenîzê ye Psîkolog Fahriye Cengîz diyar kir ku, ji ber xebatên xw eyên jinan tên îlegalîzekirin û got ew ji ber komplo û girtinan bi fikarin.

Cengîz bi wesîleya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinê Cengîz ji ANF’ê re axivî û got tundî di dema AKP’ê de zêdetir bûye.

MÊR TUNDIYÊ JI DEWLETÊ DIGIRE

Cengîz got jin hem rastî tundiya dewletê û hem jî ya mêr tên û got: “Mêr tundîê ji dewletê digire. Gelek jin ji ber tirs û xofê tundîyê venabêje. Her wiha ev jî ne raste ku jinên dewlemend û perwerdekirî tundîyê nabînin. ev jin tundîyê nabêjin. Di vê mijarê de bifikarin. Di serlêdanan de bi taybet li ser tundîya malbatê, taciz, tecwaz û ya dewletê serlêdan tên kirin. bi taybet jin êdî serî li qerekolan nadin, ji ber ku ev jin bi fikara ku polîs wan bi hevserê wan re tîne cem hev dijîn. Ligel ku jin dixwazin bên parastin, pêk nayê. Jinek rastî tecawîza 4 kesan tê, dadgeh jê re dibêje em tespît bikin zarok ji kîjaniye em te bi wî re bizewicînin.

617 SERLÊDAN

Cengîz diyar kir ku, di 25’ê îlona 2010’an de Îştar hatiye vekirin û di qada tundîya li ser jinê de di qada şêwirmendiya jin û zarokan de xizmetê dide.

Cengîz sedema serlêdana jinên li gorî sedemên wan ya ji meha çile de pêk tê wiha rêz kir:

“Tundî: 58, Tundiya nava malê: 96, Piştevaniya kesane:103, Piştgiriya Psîkolojîk: 153, Ji Xizmetên tenduristiyê fêde girtin: 27, piştgiriya hiqûqî: 36 Piştgriya perwerdê:12 daxwaza stargehê:26 serlêdana kar: 48 Piştgiriya Xizmetên Civakî:58. Bi gitşî 617 jinan srlêdan kiriye..”

Cengîz wiha pê de çû: “Di çarçoveya şêwirmendiya mabtî de 200 hevdîtin pêk hatin. Jinên rastî tundiyê hatine ji bo jin bê bi hêzkirin bi rêk û pêk hevdîtin tê kirin. her roj bi dehan jin li ser telefonê xizmetê dibîne. Hevdîtinên telefonê tenê bi Mersînê sînor namîne, ji Stenbol, Sêrt, Îzmîr, Amed, Nevşehîr, Şirnex, Wan, Qeyserî û Edenê jî hevdîtinên telefonê tên kirin.

BI 4 HEZAR JINÎ RE HEVDÎTIN

Di mijarên wekê zayenda civakî, tenduristiya dayîk-zarokê, tundîa li hemberî jinê, bandora li ser zarokan, tenduristiya jinê de perwerde hatin dayîn. 380 jinî jê fêde girt. Ji ber ku jin nekaribûn bên navenda me, em çûn taxan û me bi 4 hezar jinî re hevdîtin pêk anî.

POLÎS DIXWAZE ŞÊWIRMENDIYA NAVENÊ BIGIRE

Cengîz da zanîn ku, 3 xebatkarên wan di çarçoveya KCK’ê de hatine girtin û got ew her tim rastî zextên polîsan tên . Cengîz ev helwesta polîsan şermezar kir û got li gorî agahiyên ku em digirin polîs ji jinan re dibêjin serî li Îştarê nedin û dixwaze navendê bigire.