MOP'ê 8'ê Adarê pîroz kir

MOP'ê di peyama 8'ê Adarê de got, ''Em Têkoşîna Azadiya Jinê ya li Mezopotamya/ Kurdistanê ya di ber mirovahî, demokrasiyê û nirxên sincî de slav dikin.''

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) peyama 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da, got,''Di şexsê jinên berxwedêr ên gelên Asûr/Sûryan/Keldanî de, hemû jinên ku di vê rêyê de têkoşiyane slav dikin, ên ku di rê rêyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet  slav dikin.''

MOP'ê li ser nêzîkatiya dewleta Tirk got, ''Pergala dewleta Tirk a qirker, dijminê jinan e, nirxên xwe yên sincî ji dest daye. ''

MOP'ê di daxuyaniyê de bi berdewamî qirkirina dewleta Tirk a li ser Xiristiyanan a 1915'an bi bîr xist, got nîvê civaka Xiristiyan jin qir kirine, bi berdewamî êrîşên qirker ên li ser jinên Elewî, Êzîdî, Kurd bi destê dewleta Tirk tê domandin. MOP'ê êrîşa Tirk a li ser HDP'ê jî bi bîr xist û got, ''Bi hişmendiyeke qirker êrîşê tîne ser têkoşîna gerîlayan ku li çiyayên Mezopotamyayê têdikoşin, tîne ser jinên Kurd ên azadîxwaz ku bi çarçoweya perspektîfa demokrasiya civakî pêşengiya jinên Rojhilata Navîn dikin.''

MOP'ê di peyama xwe de herî dawî got, ''Em Têkoşîna Azadiya Jinê  ya li Mezopotamya/ Kurdistanê ya di ber mirovahî, demokrasiyê û nirxên sincî de slav dikin.''