Mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya li Wanê bi hatina jinan dest pê kir. Jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî mîtîngê bûne.

Mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ku li Wanê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, em jiyanê diparêzin. Li dijî tecrîdê, em azadiyê diparêzin" tê lidarxistin, dest pê kir. Mîtîng ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê tê lidarxistin.

Qada mîtîngê ya li Parka Mûsa Anter a li navçeya Rêya Armûşê bi balonên mor û spî hate xemilandin. Li ser platforma mîtîngê jî pankarta bi nivîsa "Raperîna me ji bo azadiya me ye" hate daliqandin.

Ji Agirî, Qers, Îdir û Colemêrgê jin hatin qada mîtîngê. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de parlamenterên jin bi kincên gelêrî hatin qadê.

Ji qadê dirûşmên "Bijî berxwedana jinan" û "Jin jiyan azadî" bilind dibe. Jin li ber stranên Koma Deşta Geverê govendê digerînin.

Li mîtîngê ku Ayşe Acar Başaran a HDP'î wê biaxive, hunermend Pinar Aydinlar jî wê derkeve ser dikê û hunera xwe pêşkêş bike.