Mîtînga 8'ê Adarê ya li Wanê: Berxwedan wê azadiyê bi xwe re bîne

Li Wanê mîtînga 8'ê Adarê bi rengekî girseyî û bi coş pêk hat. Qisekeran diyar kirin ku berxwedana jinê wê bi xwe re jiyana azad bîne û tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê pêk hat.

Mîtînga herêmî bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê em jiyanê diparêzin, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin" li Parka Mûsa Anter hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi balonên mor û spî hate xemilandin û pankarta bi nivîsa "Raperîna me ji bo azadiya me ye" li dika pîrozbahiyê hate daliqandin.

Di serî de Agirî, Qers, Îdir û Colemêrgê ji gelek bajaran bi sedan jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî mîtîngê bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de gelek wekîlên jin heta qata mîtîngê meşiyan. Gelek jin bi hinceta şewbê nekarî bikevin qada mîtîngê.

Li qada mîtîngê dowîzên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hatin hildan. Jinan demeke dirêj li ber stranên Kurdî govend gerandin. Qada mîtîngê bi coşa dayikan xemilî.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Handan Karakoyûn, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Gulderen Varli û Seroka Komeleya Jinê ya Star Serap Guvenç axivîn, 8'ê Adarê pîroz kirin û tundiya li dijî jinê şermezar kirin.

TAŞDEMÎR: BI BERXWEDANÊ DÎROK HATE NIVÎSANDIN

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser berxwedana jinên girtî, berxwedana jinan a li dijî DAÎŞ'ê û têkoşîna siyasetmedar Sakîne Cansiz û got, "Jinan bi berxwedana xwe dîrok nivîsandin. Em bi sekna wan serbilind in. Desthilatdariya AKP'ê dijminatiyê li jinan dike. 18 sal in li dijî jinan şer dike. Hewl dide bi dijminatiya li Kurdan û jinan li ser piyan bimîne. Hevserokatiyê weke sûc dibînin. Jİ ber vê yekê jî jinan digirin, saziyên jinan digirin. Jin li ber wan serî natewînin û li ber xwe didin. Em ê bi berxwedana jinê vê desthilatdariyê lawaz bikin û berxwedanê mezin bikin."

TÛNCEL Û YUKSEKDAG PEYAM ŞANDIN

Piştî axaftina xwe Dîlan Dîrayet Taşdemîr peyamên Fîgen Yuksekdag û Sebahat Tuncel xwend.

Peyama Fîgen Yuksekdag wiha ye: "Em li ku dibin bila bibin di heman dilî de ne, di heman mejî de ne. Û ez ti carî xwe ji we dûr nabînim. Eger mirov di berxwedanê, rûmetê, kedê, azadiyê, aştî û demokraisyê de digihêjin hev, hingî ti cih, astengî, sînor li pêşiya mirovan namîne. Ez jî niha ti astengiyan li pêşiya xwe nabînim. Ji ber ku li derve bi hezaran, bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotinên min hene. Mirovên ku gotinên min tînin ziman hene. Ez bawerim ku jin jî wê heman gotinên min, gotinên me her tim bînin ziman. Wê gotinên ji bo biryardariyê, berxwedanê, hêviyê, azadiyê, wekheviyê bînin ser ziman. Beriya her tiştî jî wê gotinên ji bo piştevaniya jinê, têkoşîna jinê bînin ser ziman. eta ku ev gotin û ruh hebe wê rêya me vekirî be, em ê rêwîtiya xwe dewam bikin. Bi hezkirin her kesî silav dikim."

Piştre jî peyama Sebahat Tûncel xwend. Di peyamê de Sebahat Tûncel wiha got: "Em jin bi hezar sal in bêriya azadiya ku li me hatî qedexekirin dikin. Em dixwazin bibin çem û bi azadiyê ve biherîkin. Ne tenê ji bo xwe ji bo herkesî ku hewcedariya wê bi azadiyê re heye. Jinên ku li malê hatine hepskirin, kedxwariya ku tê kirin, cudakariya ku li fabriyakan re tê kirin edî em aciz bûn. Em li dijî sînorê jiyana bav, mêr, patron û dewletê derdikevin. Em li dijî kuştin, taciz û tecawizê serî radikin. Li hemberî deriyên bi hesin, dîwarên bi beton em li qadan di govenda azadiyê de cih digirin. Em ê ji bo avakirina pira azadiyê ya di navbera Stenbol, Amed, Artvîn, Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin. Em îro jinên ku daketin qadan û stranên azadiyê distirên 8'ê Adara wan pîroz dikin. Rêya wê vekiribê û rêya me bila bibe rêya azadiya jinê."

Jinan piştî peyaman bi qîrîna dirûşman berxwedana li zindanan silav kirin.

KOÇYÎGÎT: JIN JI BO JIYANA AZAD LI BER XWE DIDIN

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku jin ji bo jiyaneke azad û wekhev li ber xwe diidn û got, "Ji niha û pê ve jî em ê berxwedana xwe dewam bikin. Jin ji ber ku ji bo azadiyê têdikoşin, ji ber ku di 8'ê Adarê, di 25'ê Mijdaran de li qadan e niha girtî ne. Silav ji wan re. Me îro berê xwe dan Newrozê. Piştî demeke dirêj em bi hev re li kolanan, li qadan e. Piştî navbereke dirêj jî berxwedana me kêm nebûye. Raperîna me, hêrsa me bêhtir xurt bûye."

BAŞARAN: EM JI VÊ DERÊ BERSIVÊ DIDIN DESTHILATDARIYA AKP'Ê

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran jî bi silavkirina siyasetmedarên dîlgirtî dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku piştî demeke dirêj a ji ber şewbê, ew ji qadê bi vê mîtîngê bersiveke mezin didin desthilatdariya 18 salan a AKP'ê.

Başaran greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi bîr xist û got, "Li dijî tecrîdê herî zêde jin li ber xwe didin. Şerê ji ber tecrîdê rû da herî zêde bandorê li jinan dike. Bedena jinê dikin amûreke şer. Jİ ber vê yekê em dibêjin ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên me ne. Vê tecrîda bêhiqûqî rain û li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin. Bes welêt ber bi kendêl ve dehf bidin."

Başaran di dawiya axaftina xwe de bang li jinan hemûyan kir ku li dijî desthilatdariya dijminê jinan li ber xwe bidin û destnîşan kir ku wê bi rêya vê berxwedanê, desthilatdariyê têk bibin.

Piştî axaftina Başaran hunermend Pinar Aydinlar derkete ser dikê û beşdarên mîtîngê jî li ber stranên wê govend gerandin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.