Mîrateya Sema Yuce tê jiyandin

Gerîla ji bo salvegera şehîdbûna Sema Yuce axivîn, bal kişandin ser kesayatiya wê ya militan, giyanê wê yê hevrêtiyê, helwesta wê ya fedayî ya li ser zanîn û hişmenidya wê ya îdeolojîk ava bûyî.

Sema Yuce (Serhildan) ku 21’ê Adara 1998’an li Girtîgeha Çanakkaleyê roja Newrozê bedena xwe dayî ber êgir 17’ê Hezîranê şehîd bû. Gerîla di salvegera şehîdbûna Yuce de axivîn û gotin, ‘’Heke xeteke hevrêtiyê hebe, ew jî li ser hîmê azadiyê, wê bi wê vînê be ku li serfiraziyê asê bûye. Em ê bi vê bawerî û hêrsê berê xwe hem bidin xwe û he jî dijmin û bi ser bikevin.’’

KESAYITA KU ÎXANET TÊK BIRÎ

Gerîla Rûbar Rêzan ku beriya tevlî nav gerîla bibe navê Sema Yuce ji kovarekê dibihîse, çalakiya wê dixwîne, got, ji nivîsan, ji bernameyên televizyonan derbarê Sem Yuce hînî hin agahiyan dibe. Rêzan got Yuce li dijî îxanet, komplo û tasfiyeye çalakiyeke watedar dike û got, ‘’Jineke dilsoza îdeolojiya Rêbertî ye û çalakiyeke fedayî. Jineke xwenas û îxanet têk birî. Hevrêtiya wê ya bi Fikrî Baygeldî re li ser vî hîmî ava dibe.’’

BI PÊNGAVÊN DÎROKÎ BÛYINA BERSIVÊ

Gelavêj Colemêrg jî pêşî behsa serdemê dike. Colemêrg dibêje, saleke wiha ye ku tê xwestin bi konsepteke berfireh komploya navnetewî were pratîzekirin, bi êrîşên derveyî tê xwestin ku gerîla were îmhakirin, li zindanê jî xeta tasfiyeker were serdestkirin û bal kişande ser îdeolojiya rizgariya jinê ya Ocalan. Colemêrg dibêje, ‘’Bi Zîlan re zêdetir teori û rêgezî hebû, Sema jî bêhtir bi pirsgirêkan re dilebike, bi pratîkkirinê temam dike’’. Colemêrg wiha didomîne: ‘’Hevpariya bi herdu hevrêyan re ew ku yekeretiya xetê heye, pêvajoyê têdigihin, xitimandinê vedikin, li ser pîvanên rast ên milîtanî helwest tê diyarkirin û li bara geşedanên sotîner ên dîrokî, bi pêngavên dîrokî bersivê didin, vê hêza afirandina rasteqîniyê nîşan didin.’’

REWŞA BERZ A DI HÎSA HEVRÊTIYÊ DE

Colemêrg dibêje Fikrî Baygeldî Sema Yuce ji xwe re mîna fermandar, weke fermandara jin a berxwedêr pênase dike, dibêje, têkiliya hevrêtiyê bi rewşa herî berz a hîsan dijî. Colemêrg diyar dike ev têkiliya hevrêtiyê, ev berxwedana bi vê astê kana xwe encex ji Rêbertî û berxwedaniya gel dikare bistîne û domand, ‘’Ev asta ku jin hatiyê, mezinbûna karîgeriya ku jinê di nav civakê de û PKK’ê de ava kiriye, kana xwe ji Rêbertî distîne. Wêrekiya ku Rêbertî daye jinê, baweriya ku daye jinê tîne vê astê. Dema ku giyanê berxwedêr ê jinê û avaniya wê bi vî îdeolojî û felsefeye re dibe yek, fedayî derkevin holê, xeta ku jinê dayî ber xwe bêhtir ra û rîşalên xwe berdide.’’

HEWCEYÎ PÊ NÎN EK U HEV BIBÎNIN

Rûbar Rêzan jî li ser hevrêtiya Baygeldî û Yuce wiha dibêje: ‘’Belkî jî qet hev nedîtibin, hîç nas nekiribin lê di felsefeya Rêbertî de hevnedîtina du herêyan pir ne girîng e. Pênaseyên dûrbûn û nêzbûnê cihê ne. Giyanê hevrêtiyê ye. Rêbertî dibêje, ‘’Hevrê sere hevrêyan digihîne stêrkan’’. Divê mirov têkiliya hevrêtiyê ya Heval Sema û Fikrî Baygeldî jî bi vê çarçoweyê binirxîne.’’

VÎNA KU LI SEFIRAZIYÊ ASÊ BÛYÎ

Colemêrg dibêje felsefeya Rêbertiyê, hîsên gemarî yên mirov paqij dike, pak dike, ev niha jî didomîne û got, piştî ku Leyla Guven greva birçîbûnê dide destpêkirin, Nazir Yagiz jî vê weke talîmatê dibine û ev mînak da. Colemêrg got, ‘’Em mîlîtanên wiha ne ku deyndarî berxwdêran in, berxwedanê mînak digirin, vê weke xetekê qebûl dikin. Ji ber vê jî, bi vê kûrbûnê, bi vê fikr û hîsan divê em li dijî dijmin şer bikin, li serfiraziyê û vînê asê bibin. Heke xeteke hevrêtiyê hebe ew jî li ser hîmê azadiyê, wê bi wê vînê be ku li serfiraziyê asê bûye. Bi vê bawerî û hêrsê em ê hem berê xwe bidin xwe û hem jî dijmin û bi ser bikevin.’’