Meşa 8'ê Adarê ya li Amedê destpê kir

Meşa 8'ê Adarê bi pankarta bi nivîsa "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin" ber bi Meydana Stasyonê ve destpê kir.

Li Amedê, beriya mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, polîsên Tirk xwestin dest deynin ser pankartên "xweparastinê". Jinan li hemberî polîsan li ber xwe dan.

Meşa jinan, bi pankarta bi nivîsa "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin" ber bi Meydana Stasyonê ve destpê kir.

Meydana Stasyonê ku wê mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê lê were lidarxistin û herêma Ofîsê bi maşînên zirxî, TOMA û ranger ve hatiye dorpêçkirin.

Her wiha derdora avahiya Kongreya Civaka Demokratîk ku jin wê li vir li hev bicivin û ber bi qada mîtîngê ve bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Jin ji bo biçin herêma meş lê destpê bike, bi saetan li Kolana Gevran sekinîn. Dûre piştî lêgerîna polîsan, yek bi yek derbasî pêşiya avahiya Kongreya Civaka Demokratîk bûn.

Jinên Ciwanên Azad xwestin bi pankarta bi nivîsa "Bi xweparastinê re ber bi azadiyê" bikevin qadê, lê polîsên Tirk bûn asteng. Komîsyona Jinan a Mala Cem û Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal pankarta bi nivîsa "Li dijî asîmîlasyon û tinekirinê, bi ruhê berxwedêriyê yê dayika Zarîfe re ber bi xweparastinê ve" vekir.

Polîsên Tirk gotin ew ê destûrê nedin van parkartan, lê jin li dijî polîsan derketin. Tevî hemû astengiyan jî jin bi pankartên xwe meşiyan. Pankarta bi nivîsa "Ji Sakîneyan heta Sêvêyan hemû jinên azad dakevin qadan" a jinên ji Sûrê, hat desteserkirin.

Piştî têkoşîneke bi saetan dewam kir, jinan li ber pankarta bi nivîsa "Jin ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe li ber xwe didin" dest bi meşê kirin. Ber bi Meydana Stasyonê ve jin li ber erbane û qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Sûrê" û "Ji jinên li Sûrê li ber xwe didin re hezar silav" dimeşin.