Meclîsa Jinê ya FEDA'yê qetilkirina Poyraz şermezar kir

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir.

Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir.

Di daxuyaniya meclîsê de hate ragihandin ku hêzên serwer hewl didin bi rêya kaosê li ser piyan bimînin.

Meclîsa Jinê ya FEDA'yê diyar kir ku ew ji Dersimê heta Çorûm, Sêwas, Gazî, Cizîr, Sûr û Roboskiyê vê nefretê, van komkujiyan baş nas dikin û got, "Mîna li van komkujiyan hate kirin, eşkere ye ku ev kes jî bi rêxistinî, bi zanebûn bi ser HDP'ê ve hatiye şandin. Heta ku hêzên li pişt vî kujerî neyên eşkerekirin, kuştin û sûcên bi vî rengî wê dewam bikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta hesab ji van komên kujer bê pirsîn wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Ji malbata Denîz Poyraz, xelkê Îzmîrê û HDP'ê re sersaxî hate xwestin.