Meclîsa Jinê ya FEDA: Rêya heqîqetê rêya jinê ye

Meclîsa Jinê ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclîsa Jinê ya FEDA'yê de hat gotin, "Em jinên cîhanê careke din di 8'ê Adarê de dadikevin qadan. Ev meh meha pêkhatina azadî, aştî, berxwedan, demokrasî û hezkirinê ye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku serdestiya mêr a jinê ji nedîtî ve tê çavkaniya hemû nebaşiyan e û hat gotin, "Rêya heqîqetê, zanistiya jinê ye. Ev rê jî bêyî jinê nameşe."

Di daxuyaniyê de jinên berxwedêr û yên hatin qetilkirin hatin bîranîn û banga berxwedanê hat kirin.