Meclîsa Jinan a PYD'ê 8'ê Adarê pîroz kir
Meclîsa Jinan a PYD'ê 8'ê Adarê pîroz kir û xwest hemû rojên salê bibin ên jinan.
Meclîsa Jinan a PYD'ê 8'ê Adarê pîroz kir û xwest hemû rojên salê bibin ên jinan.
Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyama 8'ê Adare Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da.
Di peyamê de têkoşîna li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi vîna jinê hate bibîrxistin, hate gotin ji bo hemû jinên cîhanê bûye şevçirax û hate gotin ,''Di serî de dewleta Tirk a faşîst, hemû hişmendiyên paşmayî li dijî jinan êrîşên hovane û dermirovî anîne. Ji ber ku dizanin serkeftina jinan a azadî û demokrasiyê ye. Îro jinên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî bi zanebûn kirine hedef. Lê nekarîn ku vîn û têkoşîna jinan bişkînin, berevajî berxwedaniya jinan geştir bû.''
Meclîsê Hevrîn, Sakîne, Arîn, Hîng û Seda ku ji bo azadiyê û mafê jinan şehîd bûne bi bîr anî û got heta serkeftinê wê têkoşîn bidome.
Meclîsê her wiha xwest ku hemû rojên salê ji bo jinan bibin rojên cejnê.