Meclîsa Jinan a HDP'ê kampanyaya îmzeyan a 'hay ji devê xwe hebin'

Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî kes û gotinên ku siyasetmederan dikin hedef kampanyaya îmzeyan a, ''hay ji devê xwe hebin'' da destpêkirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî kes û gotinên ku siyasetmedarên jin dikin hedef kampanyaya îmzeyan a bi navê, ''Hay ji devê xwe hebin'' da destpêkirin.

Meclîsê di daxuyaniyê de got,''Li dijî jinên ku bi zextên nikarin wan teslîm bigirin, bi dijûnên zayendî yên sîstematîkbûyî, bi hewldanên lînckirinê dixwazin wan çavtirsandî bikin. Di dijûnên dijî Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, di hewldana lînckirina Dîlan Dîrayet Taşdemîr de ku du serdeman Berdevkiya Meclîsa Jinan kiriye, em vê dibînin. Her wiha di dijûnên zayendî de yên dijî Sadiye Demîrtaş de, di êrîşên ser siyasetmedarên jin ên partiyên muxalefetê de em vê dibînin.''

Bi berdewamî hate gotin,''Ji wan weye ku wê bi dijûnan, bi gotinên zayendî bikaribin biryardarî, wêrekî, azaweriya wekhevî û azadiyê ya jinan bişkînin. Me serê xwe li ber wan netewand, natewînin, em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Bi beden, nasname, hebûn xwe li dijî serweriya me bi serbilindî em sekinînin. Em yek gavê bi paş ve navêjin.''

Meclîsa Jinan a HDP'ê herî dawî got,''Pêşî hay ji devê xwe hebin. Jehra hiş û dilê xwe bes vereşin. Ji bîr nekin, li dijî van hemû êrîşan hûn ê piştevaniya xurt a jinê û têkoşînê jinê bibînin. Em jinên ku hêza xwe ji yekîtiya xwe û piştevaniyê distînin, bang li hemû jinan dikin. Werin li dijî siyaseta milliyetgir û zayendîparz em dengê xwe bilind bikin. Bi cihêtiya xwe, rengên xwe, bi piştevaniya jinê û rêxistiniya xwe em careke dî nîşan bidin ku li ber van êrîşan em ê serê xwe netewînin.''