Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em soz didin Denîzê, têkoşînê bilind bikin

Meclîsa Jinan a HDP’ê got: “Soz didin Denîz û hemû jinên hatin qetilkirin, em ê têkoşînê mezin bikin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî Peymana Stenbolê ya ku bi biryara Serokkomar hat fesxkirin û pêvajoya wê ya hiqûqî di 1'ê Tîrmehê de bidawî bibe, daxuyaniyek girseyî li dar xist. Daxuyaniya jinan li ber Deriyê Çankaya ya Mêclîsê hat dayîn. Jinan, di daxuyaniyê de wêneyê Denîz Poyroz, dowîzên “Ne jinan, kujeran bi darizînin” û “Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin” hilgirtin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi polîtîkayên zayendperest, mîlîtarîst, bi dijminantiya Kurd û jinan, mêtinger û şer ” lez daye polîtîkayên xwe yên êriş û komkujiyan li dijî jina. Başaran, da zanîn ku bi polîtîkayên zext û binçavkirinê, hewl didin hemû komên dijber, nemaze jinan bêdeng bikin û bitirsin in. Ev desthilatdariya ku dijminahiya civak, xweza, jin û zarokan dike, hatiye asta ku nema dikare rûyê xwe yê rastîn veşêre.”

Başaran, anî ziman ku bloka desthilatdariyê veguheriye mekanizmaya sûc û wiha pêde çû: “Li dijî hemû beşên civakê şer dane dest pê kirin. Desthilatdarî hewl dide bi rûpoşan sûcên kirine veşêrin. Li hemberî xwe jî talokeya herî mezin jinan dibînin. Ji ber ku jin bêndeng nabin û koledariyê nakin êrişî jinan dikin. Desthilatdariya ku nikare jinan bêdeng bike, serî li rê û rêbazên dijminantiya li dijî jinan daye. Di bingeha hemû êrişên li dijî jinan û destkeftiyên wan de ev rastî heye.  Em şerê desthilatdariyê yê 19 salin li dijî jinan dewam dike, teşhîr dikin.”

Başaran axaftina xwe wiha dewam kir: “Pêşî li Îstîsmara zarokan vekirin, rewa kirina sûcên xwe ne. Bi gotina 'ji carekê tiştek nabe’ xwestin ku îstîsmarkarên zarokan fihêl bikin.

Dixwazin xizantiyê weke qeder ferzî jinan bikin. Bi pêvajoya pandemiyê re, xizantî zêdetir bû. Herî zêde jin ji vê yekê bi bandor bûn.

Ev desthilatdariya ku dixwaze bi zindanîkirina me ya di nava  malan de, divê baş zanibe ku em ê tu carî nehêlin keda me were îstismar kirin. Yên ku netewperestiyê û zayendperestiyê teşwîq dikin berpirsiyarê qetilkirina Deniz Poyraz in.”

Zencîra dawî ya êrişên li ser maf û destkeftiyên me biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ye, ku mîsogeriya me ya jiyanê ye. E v biryar, di nîveka şevê de bi îmzeya yek zilamî hat  qebûl kirin. Wê rejîma Tirkiyeyê  nekare maf û destkeftiyên me  têk bibwe.  Em qet ne bê bawerin, wê nekarin maf û destkeftiyên me xesp bikin. Em ne bêçarene. Bawerî û hêviyên me zindî bi hêzin.