Meclîsa Jinan a BDP'ê: Dixwazin Kurdan ji siyasetê dûr bêxin

Meclîsa Jinan a BDP'ê: Dixwazin Kurdan ji siyasetê dûr bêxin

Meclîsa Jinan ya BDP'ê derbarê hewldanên rakirina destnedayîna parlamenterên BDP'ê de daxuyanî da û diyar kir ku, ew li hemberî vê helwestê bêdeng naminin. Meclisa Jinan bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku, ew bi tu awayî rakirina destnedayîna parlamenterên BDP'ê qebûl nakin û dê di her alî de bertekên xwe bînin ziman.

Meclîsa Jinan ya BDP'ê di derbarê hewldana AKP'ê ya rakirina destnedayîna parlamenterên BDP'ê de daxuyaniyek nivîskî da. Meclîsa Jinan ya BDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, rakirina destnedayîna parlemeteran di şexsê parlementeran de vîna gel tê tunekirin û raste rast ev helwestek li hemberî gele.

Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku, dixwazin bi vê rakirina destnedayînê rê li pêş peywir û erka parlamenterên BDP'ê bigire û gelê Kurd ji siyasetê dûr bixe. Jinan di berdewama daxuyaniyê de anîn ziman ku, Serokê Komîsyona Makeqanûnê ya Meclîsê Burhan Kuzu diya kiriye ku 868 dosyayên destnedayînê hatine meclîsê û wiha ji van dosyayan 64 yên AKP, 84 yên CHP; 21 yên MHP, 38 yên serbixwe û 660 dosya jî aydî BDP'ê ne.

Jinan di dirêjahiya daxuyaniyê de destnîşan kirin ku, ji bilî BDP'ê dosyayên hemû partiyên din gendelî, dizî, sûcê şermê ne û yên BDP'ê jî ji ber siyaset kiriye. Jinan da zanîn ku, 660 dosyayên di derbarê BDP'ê de hatine amadekirin tev ji ber fikrên wan ên siyasî ne û ev yek nayê qebûlkirin.

Jinan di berdewama daxuyaniyê de aşkera kir ku, di bin navê "KCK"ê de li dijî gelê Kurd û siyaseta Kurd komkujiya siyasî û civakî tê meşandin û wiha gotin: "Bi hezaran siyasetmedarên Kurd xistin zindanan. Ev rêbaza li ser gelê Kurd tê meşandin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em dê ji bo parastina mafên gelê Kurd ên siyaseta demokratîk heta dawî têbikoşin û em dê bi her awayî bertekîn xwe bînin ziman."