Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ava dibe

Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Amûdê kongreyekê pêk tînin. Di kongreyê de wê Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê ragihandin.

Kongre li saloneke li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê pêk tê.

Kongreya bi dirûşma 'Yekitiya jinên azad misogeriya Sûriyeya demokratîk e' bi beşdarbûna hemû pêkhateyên jin dest pê kir.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa 'Dengê jinên azad misogeriya jinên azad e', 'Li azadiya jinan xwedî derketin li nirxên jinan xwedî derketin e' hatin daliqandin.

Li cihê kongreyê wêneyên şehîdên jin ên Hêzên Ewlehiya Hindûrîn, YPJ, enternasyonalîst, têkoşêrên jin hatine daliqandin.

Ji hemû pêkhateyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan ,Ermen, Kildan, Çeçen, Çerkez bi cil û bergên folklorîk tevlî kongreyê bûne.

Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ji 13 kesan pêk tê, şandeya akademîsyenan, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Kongreya Star, kesayetên serbixwe, jinên rewşenbîr û rexistinên jin tevlî kongreyê bûn.

Ji aliyê leşkerî ve YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên parastina jinan a Suryan di kongreyê de amade ne.

Tê payîn ku axaftina destpêkê endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif bike.