Meclîsa Fatoş Saglamgoz 3. kongreya xwe lidar xist

Meclîsa Fatoş Saglamgoz, li Arnhemê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî.

Li bajarê Hollanda Arnhemê, Meclîsa Fatoş Saglamgoz kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Kongre bi beşdariya 80 delegeyan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê, li ser navê TJK-E axaftin hat kirin û rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.

Dûre raporên xebata salekê hatin xwendin û nirxandin. Di dawiyê de jî meclîsa ji 25 kesan hat hilbijartin.

Her wiha komîsyonên rêxistinbûyîn, karên derve, perwerde, çand, dîsîplîn, kontrol û dayikên aştiyê hatin avakirin.