Meclîs Jinan a Sûriyê peyama 8'ê Adarê da

Meclîsa Jinan a Sûriyê di peyama xwe de diyar kir, jin gavên wêrek davêjin


Meclîsa Jinan a Sûriyê (MSD Jin) di daxuyaniya xwe de got, ''Jin ji bo tiştên şaş ku lê hatine zêdekirin û ji bo qeydên ku lê hatine barkirin ji ser xwe bavêjin gavên wêrek davêjin.''

Her wiha hate gotin ,''Em jinên Sûriyê bi van serkeftinan li ber xwe didin û em ê têbikoşin. Em bang li hemû jinên li cîhanê dikin bi berpirsyariya şoreşê rabin û bibin yek. Bi rêxistinî em serkeftina xwe bidomînin û ji bo ku armancên xwe pêk bînin divê em bibin xwedî zanîn û vîn.''

MSD Jinê jinên ku ji bo rizgariya ji zextê canê xwe feda kirine, êşkence li wan hatiye kirin, di ber azadiyê de jiyana xwe dane bibîr anî û 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir.