Mamosteya Fransî ji bo Ocalan 560 îmze berhev kir

Mamosteya Fransî ji bo Ocalan 560 îmze berhev kir

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî li seranserê Ewropayê berdewam dike. Ji bo kampanyaya îmzeya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dostên Kurdan jî piştgîriya xwe didominin. Mamosteya Fransî ji bo azadiya Ocalan 560 îmze berhev kir.

Kampanyaya navneteweyî ya “Ji Ocalan re Azadî” ya bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja 6’ê Îlonê li Brukselê ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya Navneteweyî ve hate destpêkirin li seranserê welatên cîhanê belav dibe.

Dostên Kurdan jî piştgiriyek xurt didin kampanyayê. Yek ji wan piştgîriyan jî ji mamosteya teqawid Möyse Jeanne ku li hêrema Evrya Fransayê dijî hat. Jeanne, di Adara sala 2012'an de wê û kurdek hev nasîn, piştrê ew kurd li Stênbolê tê girtin û ev rewş wê gelek xemgîn dike.

Piştrê Möyse Jeanne di înternetê de li ser kurdan dest bi lêkolînê dike û dixwaze bi keda û lêkolînên xwe destekê bide têkoşîna kurdan.

Jeanne di bin tesîra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî dimîne û nêrînên xwe yên der barê wî de wiha tîne ziman: “Serokekî demokrat, azadîxwaz, laîk û herî girîng jî ew femînîzmê diparêze.”

Tevî ku ji kampamnyaya îmzeya azadiya Ocalan bi derengî agahdar bûye, dîsa jî heta niha 560 îmze kom kirine.

Mamosteya teqawid da zanîn ku Ocalan serokê gelekî ye û divê di nava gelê xwe de bijî. Möyse Jeanne, herî dawî diyar kir ku, PKK tevgerake berxwedêriyê û ewê piştgîriya xwe bidomine.