MAK'ê li Licê çalakî kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihandin ku li bejahiya navçeya Licê ya Amedê xefika kişandina wêneyan a dewleta Tirk a dagirker ku navê Baykûş lê hatiye kirin û sensorek tevgerê îmha kirine.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku milîsên wan êvara 19'ê Îlonê li gundikê Mala Farqînê yê li qada Şehîd Remzî ya navçeya Licê ya Amedê li hemberî teknîka dagirkeran çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê milîsên MAK'ê li qadê xefikeke kişandina wêneyan a bi navê Baykûş û sensoreke tevgerê ya dagirkeran tespît kirin û ev teknîka ku li dijî gerîla li qadê hatibû bicihkirin, îmha kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li qadên gerîla li dijî rêxistiniya sîxur û teknîkên bi vî rengî wê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin.