NÛ BÛ

Tê îdiakirin ku fermandarekî payebilind ê Hîzbûllahê di êrîşa Beyrûtê de hatiye kuştin

Di êrîşa Îsraîl a li Beyrûtê de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 69 kes birîndar bûn. Hate îdiakirin ku di nava kesên hatine kuştin de yek ji fermandarên payebilind ên Hîzbûllahê Îbrahîm Akil jî heye.

Rayedarên tenduristiyê yên Lubnanê ragihandin di êrîşa hewayî ya Îsraîlê li ser Beyrûtê de herî kêm 8 kes mirin û nêzî 69 kes birîndar bûn. Ev bû êrîşa ewil ku Îsraîl piştî bi mehan li paytexta Lubnanê pêk anî.

Êrîşa Îsraîlê ya li ser banliyoyên qelebalix ên başûrê Beyrûtê, di saetên qerebalix ku mirov ji kar derdikevin û  zarok ji dibîstanê vedigerin pêk hat.

2 çavkaniyên ewlekariyê ku ji Reutersê re axivîn ragihandin ku yek ji fermandarên payebilind ên Hîzbûllahê Îbrahîm Akil di êrîşa Îsraîlê ya li ser banliyoyên başûrê Beyrûtê de miriye.

Yek ji çavkaniyan diyar kir ku ew Hîzbûllah dema bi yekîneyên Ridvan re hevdîtinê dikir hatiye kuştin.

Ajansa nûçeyan a Tasnim ê Îranê jî nûçeyên derbarê kuştina Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Pasvanên Şoreşger yên Îranê derewand.