Li Xelfetiyê di roja jinan de Navenda jinan a Sara hat vekirin
Di çarçoveya aktivîte û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Xelfetiyê ji bo xizmeta jinan Navenda Jinan a Sara hat vekirin.
Di çarçoveya aktivîte û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Xelfetiyê ji bo xizmeta jinan Navenda Jinan a Sara hat vekirin.
Di çarçoveya aktivîte û çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Xelfetiyê ji bo xizmeta jinan Navenda Jinan a Sara hat vekirin. Parlemetera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan başdarî vekirinê bû û diyar kir ku jinan ti caran li hember hêzên dagirker û qirker stû xwar nekiriye û îro jî stûyê xwe xwar nake, nêzîkatiya li hember jinan tê wateya nêzîkatiya li hember civakê bi xwe.
Di çarçoveya aktivîteyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeya Xelfetî ya Rihayê Şaredariya DBP’ê ya Xelfetiyê ji bo jinan navenda jinê vekir. Navenda ku wê di bin banê şaredariyê de xebatên xwe bidin meşandin wek Navenda Jinan a Sara hat binavkirin, jinan bi daxuyaniyek çapemeniyê û aktivîteyekê vekirin. Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajan, Hevşaredarên Xelfetiyê Ayşe Dûrmûş û Mûstefa Bayram, Hevşaredarên Wêranşarê, Yekgirtina KJA ya Rihayê, rêveberên Şaxa Rihayê ya Tûm-Bel Senê, endamên Dayikên Aştiyê yên Rihayê û bi sedan jin beşdar bûn. Mêvanên ku beşdarî vekirinê bûn, ji aliyê hevserokên HDP û BDP’ê yên Xelfetiyê ve bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin. Di vekirinê de wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di vekirinê de ji 7 heta 70 salî kes beşdar bûn, zarok bi kelecan û jinan bi bergên xwe yên herêmî dîmenên rengîn pêk anîn. Jinan helbest gotin û govend gerand.
Di vekirinê de dem bi dem dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”qîr kirin, piştî rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi berxwedana xwerêveberiyê ve ji bo Kurdistanê statu, ji bo Rêbertiyê azadî” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.
Di daxuyaniyê de aktivîsta KJA’yê Naîme Bayram axivî û diyar kir ku hemû jinên ku ji Sakîne Cansizan têkoşîn dewir girtin, li her devera cihanê kêlî bi kêlî vehonandîne silav dike. Bayram wiha anî ziman: “Her çendî dilê me bi xem e jî, lê bila baş bê zanîn ku em ji têkoşîna xwe venagerin, em ê êşa xwe vegerînin hêrs û kînê. Em ê îsyana xwe ji bo azadiya xwe bi rêxistin bikin. Em ji vir bang dikin, di 8’ê Adarê de hevalên me ên jin yên di girtîgahan de me ji bîr nekiriye.”
‘DIVÊ HEMÛ JIN RABIN LI SER LINGAN’
Bayram, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wek li ser hemû gelê Kurd bi taybet li hember jina Kurd pêk tê nirxand. Bayram wiha axivî: “Jin wê li hember polîtîkayên qirêj ên şerê AKP’ê tim li kolanan bin, înada împaratoriya tirsê ya ku dixwazin ava bikin em kolanan naterikînin. Wê têkoşîna me ya li hember polîtîkayên qirêj ên li ser nasname, bedena me û Kurdbûna me heta dawî bidome. Divê li hember her cure zilmê jin rabin ser lingan.”
‘YÊN KU SIBEHÊ BIGUHERIN Û CIWAN BIKIN WÊ JIN BIN’
Parlementera HDP’ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol da xuyakirin ku ne tenê 8’ê Adarê hemû roj rojên jinê ne. Hemû roj ji bo jinan wê bibe roja bilindkirina têkoşînê. Ozbîngol wiha got: “Hêza jinê ye ku cîhanê vediguherîne û ciwan dike. Em ê bi hev re jînê vehonîn, jin nebe ne ti civak azad dibe ne jî aştî û ne jî dikare behsa demokrasiyê bê kirin.
‘NÊZÎKATIYA LI HEBER JINÊ NÊZÎKATIYA LI HERMER CIVAKÊ BI XWE YE’
Herî dawî parlementera HDP’ê Dîlek Ocalan axivî û bertekên tund nîşanî zîhniyeta qedexeker a ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li tevahî cihanê tê pîrozkirin, lê li Tirkiyeyê rastî qedexeyan tê, rexmê hemû qedexe û astengiyan jî jinan bi hemû hêza xwe pîrozbahiya roja xwe kirin. Ocalan wiha anî ziman: “Îro jî di kesayeta jinên berxwedêr de em 8’ê Adarê pîroz dikin û bi berxwedanê tacîdardikin. Em bi hêvî ne mafê me yê herî rewa xwepêşandan û aktivîteyên me neyên astengkirin. Lê mixabin desthilatdariya AKP’ê ya ku 14 sal in hê nêzîkatiyekî baş û qenc nekiriye ji tilîliyên destekê derbas nabe. Jinan qetil dike,li ser jina zilmê, zextê dide meşandin. Di demê AKP’ê de cinayetên li hember jinan ji sedî hezar zêde bûye.”
‘JINA HIŞMENDIYA QIRKIRIN Û TEHŞÎRKIRINÊ DI XENDEKAN DE VEŞARTIN’
Ocalan bal kişand di civakê de zihniyeta ku jinê tine dihesibîne û wiha got: “Jinan ti caran li hember hêzên qirker û dagirkeran serî netewandiye û wê îro jî netewîne. Jinên ku li Cizîr û Sûrê li ber xwe didin, bi têkoşînê tacîdar kirine. Jinan hişmendiya qirkirin û teşhîrîkirinê di xendekên Cizîr û Sûrê de veşartin.”
‘JI BO XWEDÎ LI BÎRANÎNA HEVALA SARA DERKEVIN DEYNÊ ME YE’
Ocalan herî dawî got: “Navenda jinan a bi navê Sara ya li Xelfetiyê hat vekirin, wateyekî pir taybet heye. Îro divê em weke jin xwedî li bîranînê heval Sara derkevin. Xwedî li nirxên wan derketin, deynê hemû jinan e. Divê em weke jin li hemû cihanê têkoşîna xwe bilind bikin. Navenda Jinan a Sara ya Xelfetê li hemû jinan pîroz be.”
Piştî axaftinan, Navenda Jinan a Sara hat vekirin. Piştî vekirinê bi guhdarkirina stran û dirûşman govend hat gerandin.