Li taxa Beyuzumu ya Wanê jina bi navê Guler Beyaztaş bi çekê hate kuştin.
Li aliyekê jin ji ber sedema 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Hemberî Tundiya Jinê, der dikevin qadan, li aliyekî dinjî li Wanê jinek din hate qetil kirin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh jina bi navê Guler Beyaztaş ya li kolana Cûmalî taxa Beyuzumu dimîne ji bo biçe xwesiya xwe bigire çû mala xwezîrê xwe. Hate îdîakirin ku, dema Beyaztaş di mala xwezîrê xwe de bû guleyek teqiya û Beyaztaşê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Beyaztaşa jiyana xwe ji dest dayî ji bo otopsiyê rakirin Fakulteya Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzucu Yila Wanê. Endamên malbatê gotin ku, dema ku çek paqij dikir, gule teqiyaye û bûyer qezaye.
Hate hînbûn ku, têkildarî bûyerê dozger lêpirsîn daye destpê kirin, lê belê heya niha tu kes nehatiye binçavkirin.