Li Viyanayê êrişên nijadperest û zayendîperest hatin şermezarkirin

Êrişên nijadperest û zayendîperest ên nijadperestên Tirk ku par li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dijî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî hatin kirin, di salvegera yekemîn de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.

Nijadperestên Tirk par êrişî jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî kiribûn ku van êrişên nijadperest û zayendîperest bi rojan dewam kiribûn.

Êriş di salvegera yekemîn de ji aliyê bi hezaran kesî ve bi meşekê hatin şermezarkirin.

Meş ji aliyê jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Awûstûryayî ve hate lidarxistin. Beriya meşê mîtîngek pêk hat. Piştî mîtînga li Troststrasseyê, girseya gel ber bi Reumanplatzê ve meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bijî piştevaniya enternasyonalîst", "Bi hev re serhildan", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Meş li Reumanplatzê bi dawî bû.