Li Toronto û Essenê çalakiyên 8'ê Adarê
Li bajarê Kanada Toronto û li bajarê Elmanya Essenê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Kanada Toronto û li bajarê Elmanya Essenê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Kanada Toronto û li bajarê Elmanya Essenê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
TORONTO
Li bajarê Kanada Toronto, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şevekê hat pîrozkirin.
Di axaftinên piştî deqeyeke rêzgirtinê de şehîdên xwerêveberiyê yên li Sûr, Cizîr û Silopiyayê hatin bîranîn.
Hat destnîşankirin, ku jinên Kurd li her qadê bi şoreşa Rojava, ruh û parastina xwerêveberiyê re dixebitin.
Koroya Zarokan, hunermendên herêmî Dîlek, Aslihan û Viyan di şevê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her weiha helbest hatin xwendin û sînevîzyon hat nîşandan. Piştî govenda koma Zîlan, pêşandana kincên neteweyî hat kirin. Şev bi stranên Bêrîvan Arîn bi dawî bû.
ESSEN
Li bajarê Elmanya Essenê jî semînerek ji bo jinên koçber hat organîzekirin. Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîvan Şengal ve hat lidarxristin û jiNên Rojavayî, Êzidî, Elewî û Ermenî beşdar bûn.
Çîçek Qamişlo li vir peyivî û destnîşan kir ku jinên Kurd di sedsala 21'an de di şexsê Sêvê Demîran, Sakîna Cansizan û Arîn Mîrkanan de bi hêz bûne.
Di semînerê Hozan Zozan 8'ê Adarê li tevahiya jinên Kurd û Cîhanê pîroz kir û stranek ji bo Arîn Mîrkan amade kiribû, got. Di dawiya semînerê de li jinên beşdar gula sor hat belavkirin.