Li Tîcînoyê di çalakiya 8’ê Adarê de Guven hate silavkirin

Di çalakiya 8’ê Adarê ya li kantona Swîsre Tîcînoyê Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silav kirin.

Jinên kantona Tîcîno ya Swîsreyê di çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li hev civiyan.

Çalakî ji aliyê Înîsyatîfa Jinên Tîcîno ve hate lidarxistin û di şexsê Leyla Guven de çalakgerên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

‘BERXWEDANA JINA KURD BÛ MÎNAK’

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û qala girîngiya têkoşîna hevpar û yekîtiya jinan hate kirin. Li aliyê din hate gotin ku di Şoreşa Rojava de rola jinên Kurd ji bo berxwedana jinên cîhanê bû mînak.

Di çalakiyê de sînevîzyon, fîlm hate nîşandan û stran hatin guhdarkirin.

Di çalakiyê de ji bo meşa hevpar a rêxistinên jinên Swîsreyî ku wê 8’ê Adarê were lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.