Li Tambovê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Tambovê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Li Tambovê pîrozbahiya 8’ê Adarê
Jinên Kurd yê bajarê Rûsyayê Tambovê jiyan dikin biboneya pîrozkirina 8’ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê di şahiyekê de hatin cem hev.
Jinên Kurd yên li bajarê Federesyona Rusyayê Tambovê jiyan dikin îro dane sibê biboneya pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li Navenda Çand û Hûner ya Kurda hatin cem hev. Di şahiya ku hemû jinên Kurd bi cil û bergê xwe yê newetî beşdar bibûn de beriya şahî despêbike li ser wate û girîngiya Rojê axaftin hatin girin. Li ser navê organizasona jina Tambovê Galina Fedorovna got: “ roja 8’ê Adarê ji bo jinê cîhanê rojek pir giranbihaye û herwiha ji bo jinên Kurd jî bûye sembola azadiye.”
Fedorovna di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina sê jinên Kurd yê ku di 9’ê Çile de li peytextê Fransa Parîsê jî got: “Em wek jinên Kurd eger em vê rojê bi rihekî azad pîroz dikin bêgûman ev bisaya qehremanên jin yê di ber azadiyê de jiyana xwe da ne. Her wiha di kesayeta hersê jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin de em hemû şehîd di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Piştî axatina şahî bi sitran gotin û girtina govendê heya dereng berdewam kir. Li gel jinên Kurd gelek jinên Rûs jî beşdarî şahiyê bûn.