Li Tambovê jinên Kurd û Rûs tundiya li ser jinê şermezar kirin

Li Tambovê jinên Kurd û Rûs tundiya li ser jinê şermezar kirin

Li Bajarê Tambov ya Rûsyayê bi organîzasyona jinên Kurd û Rûs hatin cemhev û peyameke bi hepvar weşandin û tundiya li hemberî jinê şermezar kirin.

Peyama ku li ser navê ‘Tundiya li ser jinê bipêkirina mafane’ destpê kir û wiha berdewam kir: “Dewlet neçare ku mafên jinê, ewlehiya canê her jin û zarokên keç biparêze.

Di salên dawî de tundiya li hemberî jinê bi rêbazên cur bi cur yên weke, neşandina dibistanê, ji mafê perwerdê bêpar hiştin, di temenê zarokatiyê de zewicandin, ducanî hiştin, revandin, birçî hiştin, hepskirin, rastî ensestê hatin, bi razaya malbatê kirina bazirganiya jinê, lêdan û kuştin pêk tê. Her wiha gelek hewldanên ku êş didin jinan yên wekî ji azadiya wan bêpar hiştin, hewcedariyên wan pêk neanîn jî di çarçoveya tundiyê de tê nirxandin.

Ev pirsgirêka ku tu sînoran nas nake li welatê me her ku diçe kûr dibe û wekê birînekê hebûna xwe didomîne. Tundiya li hemberî jinê binpêkirina mafane. Ji bo ku pêşî li tundiya li hemberî jinê û newekheviya li hemberî jinê bê girtin divê jin di ‘Mekanîzmayên biryarê de cih bigirin’. Ji bo pêşî li tundiya li hemberî jinê bê girtin divê hemû tedbîr bên girtin. “