Li Sydneyê jinên Kurd 8’ê Adarê pîroz kirin

Li bajarê Sydney ê Ewûstralyayê bi pêşengiya jinên Kurd 8’ê Adarê hate pîrozkirin.

Komîteya Jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li ber avahiya xwe bi tevlîbûna sedan jinan 8’ê Adarê pîroz kir.

Di pîrozbahiya bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de, gelek kes axivîn. Di nava vana de ji Partiya Keskan senatorê berê Lee Rhîannon û ji Tevgera Jinên Sosyalîst Sûsan Patrîce hebû.

Di axaftinên li ser navê komîteya sazûmankar hatin kirin de, bal kişand li ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinan û teqez kir ku têkoşîna azadiya jinê weke hêviyek mezin pêşengiyê ji gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dike.

Komîteya Sazûmankar got: “Em vê salê 8’ê Adarê bi şîara ‘li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civakê ye’ pîroz dikin. Em dizanin ku tenê bi hêza xwe ya rêxistinkirî dikarîn dengê xwe bidîn bihîstin. Ji ber vê divê em hemû li qadan bin.”

Pîrozbahiya ku hunermendên herêmê jî tevlî bûyî, bi berzkirina dirûşmeyan û girtina dîlanê bidawî bû.