Li Swîsreyê Yekîtiya Jinên Kurd ava bû
Yekîtiya Jinên Swîsreyê (YJK-S) ku wê bibe yekemîn rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Swîsreyê, bi kongreya yekemîn re hat ragihandin.

Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê, bi kongreya 1. a li bajarê Grenchen ê Kantona Solothûrn re weke rêxistinbûyîna sîwanî Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê ragihand.
Kongre bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Piştî hilbijartina dîwanê siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser wate û girîngiya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê û serketinên jinên Kurd ên li qada navneteweyî.
Sîncar işaret bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan kir û got, "Tecrîda li hemberî Ocalan têkirin, tecrîda li dijî jinê û pêşeroja civakan e. Jinên Kurd baş dizane ku ev tecrîda li hemberî Rêberê wan tê çi wateyê û ji bo şikandina vê tecrîdê têdikoşin."
Piştî axaftina Sîncar peyamên KJK û Yekîtiya Jinên Sosyalîst hatin xwendin. Dûre rêziknameya Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin. Piştre hilbijartin hat kirin û 7 jin ji bo desteya rêveber, 3 jin jî ji bo desteya kontrolê hatin hilbijartin.
Kongre bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.