Li Swîsreyê bi sed hezaran jinan grev kirin: Êdî Bese!

Li Swîsreyê piştî 28 salan cara duyemîn greva jinan a netewî hate lidarxistin û bi sed hezaran jinan beşdarî grevê bûn. Li welat tevlîbûna zêde bû rojev û li dijî polîtîkayên cûdakariyê jinan banga tevgerbûna lezgîn li rayedaran kirin.

Jinên Swîsreyî cara yekemîn bi daxwaza wekheviya mafan 14’ê Hezîrana 1991’an greva netewî li dar xistibûn. Piştî 28 salan jinên Swîsreyî dîsa bi daxwaza wekhevî, azadî û edaletê ketin grevê. Di çarçoveya greva jinan a netewî de bi pêşengiya sendîka û rêxistinên jinan bi sed hezaran jinan dev ji kar berdan û daketin qadan.

Ji derveyî partiya rastgir a navend UDC hemû partî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan greva jinan. Greva jinan di çapemeniya Swîsre û cîhanê de bû rojev.

DAWÎ LI PÊKANÎNÊN CÛDAKARIYÊ BÎNIN

Jinan bi dirûşmeya “Hê bêhtir rêzdarî, hê bêhtir dem, hê bêhtir mûçe” dev ji kar berdan û di saetên serê sibê de beşdarî çalakiyan bûn.

Piraniya jinan saet 15:24’an dev ji kar berdan û beşdarî gevê bûn. Ferqa di navbera jin û zilam de hate nihertin û hate tomarkirin ku ji vê saetê ve jin bê mûçe kar dikin.

‘JIN RAWESTE WÊ CÎHAN RAWESTE’

Di çarçoveya grevê de tevahiya rojê çalakî hatin kirin û şev jî li hemû bajarên Swîsreyê bi sed hezaran jin meşiyan. Parlamenterên jin ên di asaya netewî û kantonal de erkdar in jî beşdarî grevê bûn û di meşê de bi sed hezaran jin bi yek dengî dirûşmeyên “Karê wekhev, mûçeyê wekhev”, “Jin raweste wê cîhan raweste”, “Grev, grev, grev feminîst”, “Dewleta polîs berhemê bavkanî (pederşahî) ye”, “Ne bavkani ne jî sînor”, “Çare berxwedane “ û “Bila jinên cîhanî bibin yekbûyî” berz kirin.

RAYEDAR HATIN HIŞYARKIRIN

Jinan bi pankart û dovîzan bal kişandin  ser daxwazên xwe. Jinan bi gotina “Ji newekhevî, politîkayên zayendî û tundiya li ser jinê re Êdî bes e” li dijî pêkanînên cûdakariyê banga ketina tevgerê li rayedaran kirin.

Di meşê de li dijî polîtîkayên bavkanî, neolîberal û kapîtalîst hêrsek mezin a jinan hebû û di heman demê de bê navber dirûşmeya “Ne jinê, sîstem û cîvakê biguherînin” berz kirin.

JINÊN KURDISTANÎ: BERXWEDAN AZAD DIKE

Rêxistinên jinên koçber jî piştgirî da meşê û jinên Kurd jî bi rengê xwe bşedarî meşan bûn. Di mîtîngên ku piştî meşan hatî lidarxistin de jinên Kurd axivîn û balkişandin li ser têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û peyama “Berxwedana jinê azad dike” dan.

Di çarçoveya Greva Jinan a Netewî ku bû rojeva welat û Ewropayê li hemû bajaran meş hate lidarxistin, meşên herî qerebalix li paytec Bern, bajarên Cenevre, Lozan, Basel û Zurîh bûn.

Li gorî daneyên polîsên Swîsreyê weşandine li hinek bajaran rêjeya tevlîbûna meşan wiha ye; Zurîh 70 hezar, Bern 40-50 hezar, Basel 40 hezar, kantona Tessîn 40 hezar, Cenevre 15 hezar, Delemont 5 hezar û Frîboûrg 5 hezar.

Di rojên pêş de wê sendîka û rêxistinên jinan rêjeya beşdarbûna grevê eşekere bike tê texmînkirin ku li tevahiya welat zêdetirî mîlyonek jin beşdarî grevê bûne.