Li Swîsreyê bi dehan jin hatin destgîrkirin
Li Zurîhê polîsan êrîşî çalakiya ku bi boneya 8’ê Adarê hatibû lidarxistin kir û gelek jin destgîrkirin. Çalakî tevî astengiyên polîsan bi saetan dom kir.
Li Zurîhê polîsan êrîşî çalakiya ku bi boneya 8’ê Adarê hatibû lidarxistin kir û gelek jin destgîrkirin. Çalakî tevî astengiyên polîsan bi saetan dom kir.
Polîs êrîşî çalakiya ku jinan xwestin li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dar bixin kir.
Koma ku di nava wan de Tevgera Jina Kurd û jinên femînîst hebûn di saetên piştî nîvro de li Meydana Helvetîa ya Zurîhê kom bûn.
Polîsan bi danîna ablûqeya li ser meydanê nehiştin ku jin bikevin meydanê, lê jinan jî rêyên wesayîtan yên diçin meydanê ji trafîkê re girtin û derbasî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de ku jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî bibûn de bi berdewamî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Em ê li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin” û “Bijî piştevaniya jinan” hatin qêrîn. Polîs berdewam kontrola nasnameyan pêk dianî û ji bo ku jinan ji qadê dûr bixe gef xwar.
Polîs êrîşê jinan ku li hemberî êrîşên polîs li ber mûzîkê dest bi dîlanê kirin kir. Di dema destwerdanê de gelek jin ku di nava wan de endama Meclîsa Jina Kurd a Zurîhê Şehnaz Kaya jî hebû hatin destgîrkirin.
Polîs jinên ku destgîrkirî li ser erdê xişkandin û destên wan ji pişt ve kelepçe kirin. Her wiha polîsan bi spreyên gazê êrîşî jinên ku nerazîbûn nîşanî destgîrkirinan dan kir û ew dorpêç kirin û destûr nedane wan ku derkevin.
Tevî êrîş û hewldanên astengkirinê yên polîsan, jinan ber bi Langstrassey’ê dest bi meşê kirin. Polîsan dîsa rê girtin, li vê derê jî jinan bi berzkirina dirûşmeyan polîs şermezar kirin. Jinan ku demek dirêj rê li ber trafîkê girtibûn, bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kirin.