Li gorî lêkolîna ji aliyê Saziya Îstatîstkan a Dewletê ya Swêdê (SCB) ve hate kirin, ji sedî 15ê jinên penaberên yên bi taybat Tirkiyeyî ku li semtên Alby, Fittja, Hallundave Norsborg ên li paytext Stockholmê dijîn, nehatine tomarkirin. Şaredariya Botkyrka aşkere kir ku jinên Kurd û Tirk di vê warî de di rêzên pêşî de ne. Piştî lêkolînek bi salan berdewam kir, SCBê rewşa “Jinên Naxuyên” kir rapor û aşkere kir.
Piştî weşandina raporê, hema pirsgirêk li semtên Rinkeby û Tensta yên li bakurê Stockholmê jî hene.
Di vê derbarê de panelek bi navê “Jinên Naxuyên” bi beşdariya Wezîra Wekheviyê Nyamko Sabuni, Parlementera Partiya Çepgir û Seroka komeleya bi navê “Ne Fahîşe me ne jî Stûxwar im” a Kurd Amineh Kakabaveh, Serokê Koma Partiya Çepgir a Şaredariya Stockholmê Ann-Margarethe Livh, rayedara Şaredariya Botkyrka Vanja Möller a ku rapaprê amade kir û Serokê Lobiya Jinan a Swêdê Gertrud Åström li Mala Perwerdeyê ya Karkeran pêk hat.
Kakabave da zanîn ku “Jinên Naxuyên” beşa civakê ya ku herî zêde tê qewirandin pêk tînin û destnîşan kir ku heta pirsgirêkên van jinan neyên gotûbêjkirin û çareserkirin, tu pêngavên ji bo wehkeviyê jî nikarin bên avêtin.
Wezîra Wekheviyê ya Swêdê Nyamko Sabuni jî da zanîn ku “Jinên Naxuyên” rewşa jinên penaber û zoriyên pêre rû bi rû dimînin nîşan dide û îdîa kir ku ew ê ji bo van jinan derfetên nû yên perwerde û kar biafirînin.
Vanja Möllerê ragihand ku li şaredariya wan ji 100 welatan 85 hezar kes dijîn û diyar kir ku semtên ku penaber lê dijîn dahata wan pir kêm e. Moller da diyarkirin ku dema wana rapor amade dikir, bi 15 jinan re hevpeyvîn kirine.
Moller da zanîn ku gelek sedemên nedîtina jinan hene û diyar kir ku yek ji sedemên herî mezin ên vê yekê ew e ku jin di bazara kar de têne qewirandin. Moller got ku tawanbarkirinên ku didibêjin ku “Jinên Naxuyên” naxwazin kar peyda bikin û bixebitin ne rast in û sedemên karpeydanekirina jinan wiha rêz kir: di kar de cûdakarî û nijadperestiya li hemberî van jinan, kêmasiya wan a perwerdeyê, berê kar nekirine, bi qasî tê xwestin Swêdî nizanin,
Ann-Margarethe Livh, jî da zanîn ku ji ber polîtîkayên hukûmeta Swêdê û Şaredariya Stockholmê qewirandina penabaran zêde dibe.