Li Swêdê ji her 5 jinan 4 vedişêrin ku li rastî tecawizê hatine

Li Swêdê ji her 5 jinan 4 vedişêrin ku li rastî tecawizê hatine

Her çendî Swêd weke welatê mînaka wekheviya jin-mêr tê destnîşankirin, lê pirsgirêkên tundî, tecawiz û destdirêjiyên zayendî yên li ser jinan hîna jî yek ji pirsgirêkên mezin ên civakê ye. Konseya Pêşîlêgirtina Sucdariyan (BRÅ) saziyeke dewletê ye, aşkere kir ku sala par 6532 kes li rastî tecawizê hatine. Ji van kesên li rastî tecawizê hatine ji sêyan yekê wan temenê wan ji 15 salî biçûktir in.

Li borî BRAyê ji sedî 20ê sucên zayendî digihin ber destê polîsan. Ev yek jî tê wê wateyê ku sala par derdora 26 hezar jin li rastî tecawizê hatine.

Parêzer û parêzvana mafê jinan Elisabeth Massi Fritz da zanîn ku daneyên ji aliyê BRÅyê ve hatine aşkerekirin, rast dibêjin û diyar kir ku gava jinên li rastî tecawizê tên serî li buroyên parêzerên jin û parêvanên mafên jinan didin û naxwazin serî li polîsan bidin.

Yek pisporên sucên zayendîn Firtz diyar dike ku wana derbarê gelek jinên ciwan û jinên nû hatine Swêdê yên li rastî tecawizê hatine agahî nedane polîsan.

Fritz da diyarkirin ku piraniya jinan ditirsin ku kes ji wana bawer nekin û ne bawer in ka dê dadgeh bikare sucê tecawizê tesbîd bikin an na. Her wiha, da zanîn ku jin nizanin ku mafê wan ê wergirtina parêzeran heye û dixwazin tiştên hatine serê wan neyê gotin û bêdeng dimînin.

Fritz da zanîn ku ji bo jin bikarin serî li polîsan bidin, divê beriya her tiştê nêrîna civakê ya li hemberî tecawizê biguhere, divê polîs û dozger derbarê mafên kesên li rastî tecawizê hatine de agahdarî bidin.