Li Strasboûrgê jinan ji bo Ocalan bang li CPT kirin
Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, TJK-E li Strasboûrgê li ber avahiyên CPT û KE çalakî lidar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li vir axivî û bang li CPT kir ji bo bi berpirsyarî rabe.
ANF
STRASOBÛRG
sêşem, 5 avrêlê 2016, 14:22
Çalakiyên Kurdan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê dewam dikin. Bi vê armancê bi pêşengiya TJK-E îro li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber avahiyên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê (KE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi navê "Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyê pêk tîne" xwepêşandanek hat lidarxistin. Jinên ku ji gelek bajarên Ewropayê hatin Strasboûrgê xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û CPT tavilê biçe Îmraliyê.
Bi sedan jin, danê sibehê li ber avakiya KE li hev civiyan û heta ber avahiya CPT zincîra ji mirovan çêkirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan, endama Kordînasyona KJA'yê Ceylan Bagriyanik, ji Partiya Komunîst a Fransayê Melanîe Tsagoûrîs, Hevseroka Komeleya Kurdistanê-Fransa Sylvîe Jan, Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr, nûnerên TJK-E, ji Kolektîfa Jinê ya Kobanê Clotîlde Fraroûx, ji heyeta jinê ya çû Cizîrê Laûra Restrepo û gelek jin amade bûn.
'SEROK APO NIRXÊ ME YÊ HERÎ MEZIN E'
Di xwepêşandanê de ji nûnerên TJK-E Nûrsel Kiliç daxuyanî da û bal kişand ser tecrîda 17 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kiliç got, "Weke TJK-E em îro li ber CPT ne. Ev saleke Rêberê me, nirxê me yê herî mezin Serok Apo di nava tecrîdê de ye. AKP ji aliyekî ve tecrîdê dişidîne, li aliyê din li Kurdistanê sivîlan qetil dike. Li hemberî jinan, extiyaran û zarokan komkujiyan dike. Weke TJK-E em van komkujiyan û tecrîda ev 17 sal in dewam dike, şermezar dikin."
'TECRÎDA LI SER GELÊ KURD Û BINDESTAN'
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bibîr xist, ku di pêvajoya Newroza Amedê ya sala 2013'an de rewşa bêçalakîtiyê hat afirandin û got, "Bi qasî 3 salan şer neqewimî, tiştek bi kesî nehat. Lê belê piştî sala 2015'an û pê ve careke din pêvajoya şer destpê kir. Di pêvajoya muzakereyê de keda gelek kesan heye, lê ya herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Lê belê hikûmeta Erdogan maseya çareseriyê qeliband û şer da destpêkirin. Ji hingî ve hevdîtin bi ti awayî pê re nayê kirin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd û bindestan hatiye ferzkirin."
'DIVÊ CPT DERHAL BIKEVE DEWRÊ'
Dîlek Ocalan di dewama axaftina xwe de got, "Birêz Ocalan li Îmraliyê ji mafên xwe yên şexsî bêpar tê hiştin. Bi nêzîkatiyeke li dijî hiqûq û demokrasiyê re sûcê destûra bingehînî tê kirin. Hiqûq ji nedîtî ve tê. Em îro li vê derê dixwazin daxwaza me bê dîtin. Ji bo gavên şênber werin avêtin ev banga me ya dawî ye. Em ji CPT dixwazin ku li hemberî kiryarên nebaş, îşkence û bêhiqûqiyê, heyeteke serbixwe bişîne Îmraliyê. Eger CPT çavên xwe li îşkenceya li Îmraliyê digire, hingî ew jî sûcdar e. Ji ber vê yekê, ji bo azadiya Ocalan divê derhal bikeve dewrê."
Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku ji bo şer bi dawî bibe pêwîste demek ji ya din zûtir hevdîtin bi Ocalan re werin kirin û got, "Pêvajoya çareseriyê ne ji cihê mayî, divê bi mercên azadiya Birêz Ocalan re destpê bike."
Di çalakiyê de ji Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê Nesrîn yazar, endama Desteya Rêveber a TJK-E Şemse Yildiz, ji Kolektîfa Jinê ya Kobanê Clotîlde Farroûx û ji heyeta jinê ya çû Cizîrê Laûra Restrepo axivîn û tecrîd şermezar kirin.