Li Strasboûrg û Mulhoûseyê coşa 8'ê Adarê
Li bajarên Strasboûrg û Mulhoûseyê, jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Li bajarên Strasboûrg û Mulhoûseyê, jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, meşa 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Zîn ve hate lidarxistin, bi beşdariya gelek saziyên femînîst û saziyên jinan ên çepgir pêk hat. Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Mulhoûseyê jî hate pîrozkirin.
STRASBOÛRG
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi sedan jin li hev civiyan û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Bi banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn saet di 14:00 de jin li qada Place de L'Etoile li hev civiyan û dest bi meşê kirin.
Jinên ji Însiyatîfa Jinê ya Zîn bi kincên neteweyî tevlî meşê bûn û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "La femme, la vie, la liberte", "Bimire patrîarka", "Kujer Erdogan" qîriyan. Di meşê de jinan bi pankart û dowîzan kuştina jinan şermezar kirin.
Endama Meclîsa Jinê ya Zîn Meryem Tekîner di dema meşê de belavoka hevpar xwend û destnîşan kir ku heta jin azad nebe kes azad nabe.
Di meşê de hate ragihandin ku jin wê têkoşîneke hevpar azadiya xwe bi dest bixin. Meş li Platce Repûblîqûeyê bi dawî bû.
MULHOÛSE
Roja Jinên Kedkarê ên Cîhanê li bajarê Mulhoûse yê Fransayê jî hate pîrozkirin. Meş ji aliyê Kolektîfa Femînîst-68 ve hate lidarxistin, ji Place Franklînê dest pê kir û li Palce de la Boûrseyê bi dawî bû.
Jinên Kurd bi kincên xwe yên neteweyî tevlî meşê bûn û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi Kurdî û Fransî qîriyan.
Di çalakiyê de her wiha ji bo kampanya "100 sedem û 100 hezar îmze ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin.
Di meşê de parlamenter û endamên şaredariyê jî amade bûn. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.