Li Stockholmê çalakiyên 8'ê Adarê

Li Stockholmê jin bi wesîleya 8'ê Adarê li hev civiyan. Di çalakiyan de işaret bi kiryarên dewleta Tirk ên dijminatiya li jinan hate kirin.

Komîteya 8'ê Adarê ku tevî Meclîsa Jinê ya Amara û Yekîtiya Jinê ya Sara ji rêxistinên jinan pêk tê, îsal çalakiyên ji bo 8'ê Adarê li ser înternetê li dar xist.

Her rêxistina di nava komîteyê de cih digirin, peyama ku ji bo 8'ê Adarê amade kirin li ser medya dîjîtal weşandin.

Komeleya Piştevaniyê jî bi beşdariya Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ji bo jinan civînek li ser înternetê li dar xist. Jinên Kurd ên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan li civînê temaşe kirin. Piştî bidawîbûna civînê li ber stranên Kurdî govend hate gerandin û 8'ê Adarê hate pîrozkirin.

Bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û Yekîtiya Jinê ya Sara doh li qada Sergelstorg a Stockholmê jinên Kurdistanî li hev civiyan û çalakî li dar xistin. Di çarçoveya kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator Erdogan" de raya giştî hate agahdarkirin.

Di çalakiyê de ku polîsan destûr dan tenê 8 kes tevlî bibin, dirûşmên "Jin, jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî" hatin qîrîn.