Li Stenbolê jinek hate qetilkirin

Li Stenbolê jinek hate qetilkirin

Li Eyûbê cesedê jineka avêtî qanala rexa rêya TEM’ê hate dîtin.

Li navçeya Eyûb ya Stenbolê piştî nîvê şevê di derketina Akşemseddîn Viyadugu ya rêya TEM’ê cesedê jinekê hate dîtin. Jina ku qirika wê birîbûn û avêtibûn qanala rexa rê, nasnameya wê nehate zanîn. Piştî hûrkolînan polîsan li cihê bûyerê kir, cesedê jina 25-30 salî ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.

Li aliyê din hate diyarkirin ku, kesek yê cinayet pêkaniye, piştî bûyerê çûye Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Şaxa Cînayetan ya Gayrettepeyê teslîm bûye.