Li Stenbolê jinek hate kuştin

Li Bahçekoy a navçeya Sariyer a Stenbolê Fatma Keke ji aliyê mêrekî ve hate kuştin.

Li gorî agahiyan kesê bi navê Ozer Agaoglû saet di 00:00 de Fatma Keke qetil kir.

Piştî ku cîranan agahî dan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Hate ragihandin ku Fatma Keke li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Keke ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Kiryar Ozer Agaoglû jî hate girtin.

HER MEH BI DEHAN JIN TÊNE KUŞTIN

Her meh bi dehan jin têne kuştin. Li gorî Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin' (KCDP) meha Hezîranê 18 jin hatin kuştin, 20 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Meha Gulanê 17 jin hatin kuştin, 20 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

KCDP'ê diyar kir ku mehên Çile, Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê herî kêm 102 jin hatin kuştin. KCDP'ê gotibû, "Bila kes hînî hejmaran nebe" û bi vê armancê daneyên meha Sibatê eşkere nekiribû.

Platformê ragihand ku sala 2020'î 300 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.