Li Stenbolê 2 jin hatin kuştin
Li Başakşehîrê Nebahat Kûrt li mala xwe bi çekê hate kuştin. Li Sûltanbeyliyê jî Rabîa Tanrivermîş bi rengekî gumanbar ji şaneşîna mala xwe kete xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Li Başakşehîrê Nebahat Kûrt li mala xwe bi çekê hate kuştin. Li Sûltanbeyliyê jî Rabîa Tanrivermîş bi rengekî gumanbar ji şaneşîna mala xwe kete xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Başakşehîr a Stenbolê Nebahat Kûrt li mala xwe bi çekê kuştî hate dîtin. Cenazeyê Kûrt rakirin morga Saziya Tipa Edlî.
Serçawişê teqawît Emrûllah Kûrt ê ku Nebahat Kûrt pê re zewicî bû, ji cihê bûyerê reviya.
Li navçeya Sûltanbeyliyê jî doh bi şev Rabîa Tanrivermiş ji şaneşîna mala xwe bi rengekî bi guman kete xwarê, jiyana xwe ji dest da.