Li Rojhilatê Kurdistanê şanogereke jin xwe kuşt

Hate ragihandin ku li bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jinek hunermend ya beşa şanogeriyê duh xwe kuştiye.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) bi nûçeyekê ragihand ku duh li bajarê Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê jina bi navê Mehnam Pîrozadêgan xwe kuştiye.

Li gorî heman nûçeyê tê gotin ku Pîrozadêgan ji gundê Eşkî ya Tirgever a girêdayî bajarê Ûrmiyê ye û di beşa şanogeriyê de xwedî xelat bûye.

Her wiha li gorî KMMK’ê nehatiye zanîn bê ka Pîrozadêgan ji ber çi xwe kuştiye.