Li Rihayê jineke ciwan bi awayekî bi guman mir
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jineke 20 salî bi awayekî bi guman mir.
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jineke 20 salî bi awayekî bi guman mir.
Li gorî agahiyan li Taxa Alî Baba ya Karakopruya Rihayê jina ciwan a bi navê Î.Z.K bi birîndarî hate dîtin. Kesên li derdorê agahî dan polîs û tîmên tendirustiyê.
Jina ciwan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan lê li nexweşxaneyê mir.
Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.