Li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê: Em ê Rêber Apo û jinê azad bikin
Di axaftinên mîtînga 8’ê Adarê ya li Qamişlo hate kirin de peyama; ‘Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin’ hate dayîn.
Di axaftinên mîtînga 8’ê Adarê ya li Qamişlo hate kirin de peyama; ‘Ji bo Rêberê Abdullah Ocalan û jin azad bibin, em ê têkoşînê mezin bikin’ hate dayîn.
Bi hezaran jinên Kurd, Ereb û Suriyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriye berê xwe dan mîtînga 8’ê Adarê ya ku li bajarokê Himo ya Qamişloyê hate lidarxistin bûn.
Qada mîtîngê bi wêneyên şervanên şehîd, alên sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriye dîa Kongreya Star hatin xemilandin û pankarta ‘Têkoşîna me garantiya şoreşa jinê ye.’
Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed a di mîtîngê de axivî, 8’ê Adarê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû jinên Sûriye kir.
Mihemed diyar kir ku jin xwe rêxistin dikin, xwedî li destkeftiyên bi fedekariya bi sedan şervanî hatin bidestxistin, derdikevin û got: “Wê têkoşîna me dewam dike heta ku hemû qadên di bin dagirkeriyê de bên rizgarkirin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan em ê têkoşînê mezin bikin.
Berdevka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Necla Tamî jî got: “Piştî dîrokeke ji têkoşînê tije û fedekariyên mezin, di warê siyasî, leşkerî û civakî de gelek destkeftî hatin bidestxistin. Jinan di şoreşê de bi lehengiyê û sekna xwe hem cîhan bandor kir. Têkoşîneke bê eman da meşandin, nirxên hevpar parastin, di nava gelan de jî sîstema hevpar ava kir.”
Temî bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe pêk bînin, bang li wan kir ku êrîşên dewleta Tirk a li ser jinan rawestînin û sûcên wan bidarezînin.
Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah axivî û got: “Carekî din em soz didin ku em ê şoreşê biparêzin, dagirekriya Erdogan û Tirkan hilweşînin. Em ê carekî din ala xwe li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ba bikin. Me çawa ala çeteyên DAÎŞ’ê daxist erdê, em ê ala van çeteyan jî daxin erdê. Ji bo em ala jinan li ba bikin, divê hemû jinên cîhanê têkoşînê bikin.”
Peyamên prozbahiyê yên 8’ê Adarê tên xwedin û mûzîk tên gotin.
Her wiha jinan li qadê berhemên destan jî nîşan dan.