Li Parîsê êrîşa zayendî bi jinan re bêbaweriyê çêdike

Li Parîsê êrîşa zayendî bi jinan re bêbaweriyê çêdike

Li gor lêkolîneke ku li Fransayê ji aliyê Enstîtuya(IAU) yê ve hatiye kirin, derketiye holê ku jinên li Parîsê bi xwe bawer nînin û xwe di ewlehiyê de nabînin. Sedema wê jî ewe ku di qada gelemperiyê de êrîşa zayendî ya li hember jinan gelek zêde tê kirin.

Li gor lêkolîna ku li herêma Parîsê hatiye kirin, jinbûn bi tena serê xwe sedema bêbaweriyê ye. Li gor lêkolîna IAU’yê ji sedî 67.1’ên jinan, dem bi dem di wesayitên cemaweriyê de, li tax û malên ku li wan dijîn xwe di nava tir û xofê de dibînin. Ev hejmar di nava mêran de ji sedî tenê 34.3’ê ye.

Ji jinên ku bûne mijara vê lêkolînê ji sedî 36’ên wan li tax mal û qadên ku ew bi tena serê xwe dijîn ditirsin û xwe di ewlehiyê de nabînin. Lê di lêkolîna ku li ser mêrên ku bûne mijara vê lêkolînê derketiye holê ku ev hejmar bi mêran re pir kême û tenê ji sedî 9.7’ên wan li tax,mal û qadên ku lê dijîn xwe di ewlehiyê de nabînin.

Lêkolînê derxistiye holê ku tevî vê tirs û xofa ku jin 4 qatên mêran dijîn jî, ev jin di di qada cemaweriyê de ji mêran bêhtir rastî êrîşa zayendî tên.

Midûra lêkolînê Sylvîe Scherer balê dikşîne ser êrîşan, asta êrîşan û mezinbûna êrîşan û wiha dibêje: “ Jin di warê êrîşa zayendî de ji ber ku civak bi zîhiyeta mêr tev digere êrîşa zayendî li wan bêhtir tê kirin. Ji ber wê jî li Parîsê di qada cemaweryê de jin ji sedî 15’e rastî êrîşa zayendî tên. Ev hejmar di nava mêran de tenê ji sedî 2 ye.”