Li Parîsê coşa 8’ê Adarê

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi coşeke mezin 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate pîrozkirin.

Bi banga TJK-F’yê saet di 12.00’an de jin li Qada Repûblîqûeyê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin.

Çalakgerên jin cilên neteweyî li xwe kirin û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘La femme, le vîe, la lîberte’ berz kirin. Di mîtîngê de bi pankartan qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî û kuştina jinan hate şermezarkirin.

Li qadê belavokên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate belavkirin û ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.

Koma Rîtm û Muzîkê ya Kevana Zêrîn û koma govendê ya jinan jî bi coşa xwe tevlî bernameyê bûn.

Di mîtîngê de derbarê qetlîama Parîsê daxuyanî hate dayîn û hate xwestin ku bila Tirkiye were darizandin.