Li Parîsê çalakiya edaletê
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan weke her Çarşemê îro jî, ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalaiya edaletê li dar xistin.
Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî û dostên wan weke her Çarşemê îro jî, ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez çalaiya edaletê li dar xistin.
Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostê wan di saet 14:00’an de ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk heta pêşiya avahiya Buroya Enformasyon a Kurdistan ku li 147 Rûe La Fayette meşiyan,daxwaza xwe ya edaletê dubarekirin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” hatin qîrikirin.
Li pêşiya avahiya Buroyê ji bo hemû şehîdên şoreşê rêz hate girtin. Di axaftinê li vir hatin kirin bang li Hikûmeta Fransayê hate kirin ku bi lezgîn qetlîamê rûnî bikin.
Hate diyarkirin ku em ê her hefteyê li pêşiya vê buroyê bin û hesêb ji kujeran bixwazin.