Li Parîsê bi hezaran jinên Kurd dimeşin

Li Parîsê bi hezaran jinên Kurd dimeşin

Jinên ji welatên cûda yên Ewropayê  li Parîsê hatin cem hev, ji bo 3 siyasetmedarên Kurd yên jin edelet xwestin.

Jin bi dirûşmeya ‘Clara da destpêkirin, Rosa mezin kir û Sakînde dide jiyan kirin’ li Parîsê di demjimêr 10.00’an li ber Navenda Enformasyona Kurditstanê ya  li nêzê Gar edu Nord hatin  hatin cem. Meşa ji aliyê Navenda Jina a Kurd ya Ewropayê hat organîzekirin û ji Swîsre, Hollanda, Belçîka, Almanya, Fransayê jî gelek jinên Kurd tevlî bûn. Jinan di meşê de posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez hildan.

Di meşê de dirûşmeyên ku komkujî nelet kirin hatin qîrîn û çalakgeran ji demjimêr 12.00’an şûnde bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Di meşê de malbata her sê şoreşgerên jin, di kortejê de cihê xwe girtin.

Pankara bi navê ‘Bijî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê.  Clara Zetkîn pêşenga 8’ê Adarê ye, Roza Luxembourg mezin kir û Sakîne Cansiz jî anî vê rojê’ ya bi îmzeya Tevgera Jinên Kurd ya Ewropayê hat derxistin.

Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KJB û KCK’ê hatin hildan. Bê navber dirûşmeyên ‘Ji komkujiyê re na, Bijî serok Apo’ hatin qîrkirin.

Piştî meşa 2,5 kîlomtereyî jin bo mitîngê derbasî qada Colonen Fabîen bûn. Di qada mîtîngê de standên cur bi cur hatine vekirin. Alên KJB, PKK û posterên Ocalan hatin vekirin.

Parlemenetera BDP’ê Ayla Akar, ji partiya Komunîst a Fransayê Sylvîe Jan û ji rêxistina jina a Fransayê Femmes Solîdaîres  dê axaftinekê bikin. her wiha dê peyamên KJB û TJKE’ê bên xwendin. Hunermend Nuarîn û Kejal Nurî dê derkevin ser dikê.