Li Osloyê çalakiya 8’ê Adarê

Li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî hate lidarxistin.

Li Osloyê ya ku paytexta Norwecê ye ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengiya Platforma Jinan a Kurdistanê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de nûnerên jinên ji rêxistinên cihê axivîn.

Di çalakiyê de stand hate vekirin û têkoşîna jinên Kurd hate vegirtin. Ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ jî bang hate kirin.

Di çalakiyê de çalakgeran bal kişandin ser kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qala rola wî ya di têkoşîna azadiyê ya jinan de hate kirin.